NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdaçûna artêşa Sûriyê li Xuteya rojhilatî ya Şamê

Artêşa Sûriyê 25 zevî û avahiyên rûniştinê li Xuteya rojhilatî ya Şamê azad kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, dijberên sûrî li ser rûpelên xwe yên Facebook`ê li bara paşvekişiayna ji hin navçeyên Xuteya rojhilatî ya Şamê li xwe mukur hatin.

Li ser esasa nivîsîna dijberên sûrî, artêşa Sûriyê di heyama 24 saetên buhurî da karî li şer û pevçûneke giran li sêgûşeya El Bihariye-Mîdanî-Herzemayê 25 zevî û avahiyên rûniştinê azad bike.

Artêşa Sûriyê herwiha êrîşa komên çekdar li ser navçeyên azadbûyî têk bir û 15 têrorîst kuştin.

Hin bikarênerên înternitê jî qala ketina ber êrîşa artêşa Sûriyê ya civîneke serokên komên têrorîst li zeviyên Şîfûniyeyê li Xuteya rojhilata Şamê kirin.

Beşdarên li vê civînê plana êrîşa ser navendên artêşa Sûriyê ji çend mêhweran da amade dikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu