Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Teqîna têrorîstî li derdora Şamê: 17 Şehîd

Di encama teqîneke têrorîstî li derdora Şamê da, hejmareke welatiyên sûrî hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Minar`ê ya Libnanê, îro di encama teqîna maşîneke bombekirî li derdora bajarokê Diyabiyê li devera Seyide Zeynebê da, 17 welatiyên sûrî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Bi dû serketinên vê dawiyê yên artêşa Sûriyê li hemberî komên têrorîst, êrişên komên têrorîst ser sivîlan li Sûriyê zêde bûne.

Di vî halî da, Wayil Helqî serokwezîrê Sûriyê dema seredana yekîneyên artêşa Sûriyê li derdora bakûra Laziqiyê got: Bi saya berxwedan û fidakariyên hêzên artêşê û yên gelanî yên Sûriyê, têrorîst yê tûşî şikestê bibin.

Serokwezîrê Sûriyê pêkutî kir ku artêşa cesûr a Sûriyê isbat kir ku artêşeke netewî ye û girêdaiyê armancên gel û welatê xwe ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu