ÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera nûnerê Rêberê Giranqedr ê Cîhana Îslamî bo navçeyên parêzgeha Gulistanê ku lehî hatiye

Nûnerê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Rêxistina Hîva Sor a Komara Îslamî ya Îranê, Hucet ul-islam wel-muslimîn Ebdulhusêyn Muezî çû navçeyên lehî û laser lê rabûye li parêzgeha Gulistanê li bakurê Îranê.

Ji ber barîna baranên tund û rêzjneyê û rabûna bahozê li parêzgeha Gulistanê li bakurê Îranêî di rojên pêncşemî û Înioya buhurî da, sê kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî hema wisa wendayî ye.

Lehî û bahozê ziyanên zehf li gellek ji zevî, berhem û alavên cotkariyê, rê, binavahî, navendên kehreba û avgihaniyê, malên xelkê û hin erebeyan xist.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Nûnerê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Rêxistina Hîva Sor a Komara Îslamî ya îranê, Hucet ul-islam wel-muslimîn Ebdulhusêyn Muezî ji bo aramkirin û sersaxîdana kesên ziyandîtî ji ber lehiyê û malbatên goriyên bûyera rabûmna lehî û laserê li rojhilata parêzgeha Gulistanê û niorxandina ziyan û xisarên ji ber wê û pêvajoya hawargihanî û filitandina xelkê çû deverên ku lehî rabûye.

Ji ber barîna giran a baranê di rojên Pêncşemî û Îniya buhurî li parêzgehên Gulistan, û Gîlanê li bakurê Îranê, Xorasana Rezewî û Xorasana Bakur li bakur rojhilata Îranê û Simnan li rojhilata Têhranê, bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu