EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera Ruhanî bo Utrîşê paşda ket

Sefera Ruhanî bo Utrîşê bi hevahengiyên navbera Îran û Utrîşê kete rojeke din.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, pêştir hatibû ragihandin ku Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê qirar e 30 û 31 Adarê seredana Utrîşê bike, lê nivîsgeha serokkomarê Îranê ragihand ku ev sefera bi hevahengiyên hatiye kirin qirar e li pêşrojê û li demeke baştir cih were.

Ji aliyê din ve serokkomarê Utrîşê mixabiniya xwe li ser paşdaketina sefera serokkomarê Îranê daye diyarkirin.

Hans Fîşêr serokkomarê Utrîşê ji bilî diyarkirina mixabiniya xwe li ser paşkaketina sefera Hesen Ruhanî bo vî welatî got: Eva tiştekî eşkera ye ku her welatek bi xwe dikare li ser dabînkirina ewlehiya xwe biryarê bide. Fîşêr herwisa destnîşan kir ku paşdaketina vê seferê qet li ser peywendiyên baş ên navbera Têhran û Viyenê tu tesîrek nake û hevkariyên siyasî, çandî, abûrî û zanistiye navbera du welatan hema bi berfirehî dê bê domandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu