Sefera serokê parlimana Iraqê bo Têhranê

Serokê parlimana Iraqê jibo hevdîtin û gotûbêja ligel rayedarên derecebilind ên Komara Islamî ya Îranê ligel taximekê giheşte Têhranê.
Hevkarîyên dualî û navçeyî û mijara têrorîsmê ji mêhwerên herîgirîng ên gotûbêjên Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê ligel rayedarên îranî ji wan Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê hatine ragihandin.
Biryar e ku piştî hevdîtina serokên meclisên Îran û Iraqê, her du alî li civîneke rojnamevanîyê mijarên ku ser wan axivîne û nêrînên her du welatan têkildarî mijarên ku her du welat hez dikin rave û şirove bikin.
Selîm Cibûrî yê her wiha ligel serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê û sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne. Serdana serokê meclisa Iraqê bo Îranê durojî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)