ÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera serokomarê Îranê bo New York`ê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û taxima hevrê ligel wî ji bo beşdariya li heftiyemîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Havanaya paytexta Kûbayê berê xwe da New York`ê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li dawîn qonaxa sefera xwe bo parezemîna Amerîkayê, berêvariya sêşemiyê ji Havanaya paytexta Kûbayê ber bi New York`ê va bi rê ket.

Rûhanî li sefera xwe bo Amerîkaya Latînê li hevdehemîn civîna Tevgera Qeydnenasan li Girava Margarîtaya Vênêzoêlayê beşdarî kir û serokatiya Tevgera Qeydnenasan radestî Nîkolas Madoroyê serokoamrê vî welatî.

Serokomarê Îranê li ser vexwendina Raol Kastro serokomarê Kûbayê roja duşemiyê çû Havanayê û digel Fîdêl Kastro rêberê Inqilaba Kûbayê jî hevdîtin pêk anî.

Her viha îro têgihîştinnameya hevkariya tendirustî, lêkolînî, perwerdehî û dermanî di navbera wezareta tendirustî, derman û perwerdehiya pizişkiya Îranê û wezareta tendirustiya giştî ya Kûbayê bi amadebûna serokomarên du welatan hat wajokirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu