NûçeRojhilatanavinYemen

Sefera taxima Ensarullaha Yemenê bo Umanê

Taxima Ensarullaha Yemenê jibo şêwirîna tev berpirsên Umanê jibo çareserkirina qeyrana Yemenê sefera Mesqetê kir.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê,  tê gotin ku  sefera taxima Ensarullah Yemenê bo Umanê jibo navbeynkariya vî welatî li muzakirên aşitiya Yemenê bûye.

Li gor hin nûçan ev sefera nîşan dide ku hevdîtinên Îsmaîl Weled Şêx  Ehmed şandiyê taybet ê sekreterê giştê yê NY li karûbarên Yemenê tev taxima  muzakirekir li Senayê û Riyazê encameke erênî tine bûye.

Di eynî demê de Muhemed El-Bexîtî endamê Konseya siyasî ya tevgera Ensarullahê got : rast e ku  plana pêşniyarkirî ya Weled Şêx  dawiyê dide hikûmeta  Ebd Rebê Mensûr lê şerta  çavdêriya siûdiyan  ser  damezrandina  dewleta nû ya Yemenê dixin rojevê.

Şantajên siûdiyan û alîgirên  wan bûye sedem ku plana raberbûyî ji aliyê nunerê taybet ê NY planeke  hevseng û tekûz nebe û di partîkê de bibe planeke  yekalî li gorî têbîniyên  Alê Siûd.

Bêdengiya  NY li hember tevkujiya xelkê Yemenê ji aliyê Rejîma destdirêjkir a siûdî ev rexistina kiriye  şirîkê destdirêjiyên Erebistanê ser Yemenê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu