CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Trump gellek ji Lihevkirina Navokî nekêfxweş e / Îran, welatê herî ewleh li navçeyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf êvara Duşemiyê li hevpeyvîna taybet a kanala 2 ya têlêvîziyona Îranê amaje bi bêsoziyên Amerîkayê derheq Lihevkirina Navokî kir û got: Tiştê ku Trump pêk tîne, ji berê va dihat çaverêtîkirin”.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: “Îranê tu wextî ji Amerîkayê çaverêtî tunebûye ku bi niyeta baş Lihevkirina Navokî cih bîne”.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê (Brîtanya, Amerîka, Çîn, Rûsiye, Inglîs, Fransa û Almanya) ji meha Çileya sala 2016an va ketiye qada cihanînê; Lê dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê hertim li warê cihanîna Lihevkirina Navokî bêsoziyê dike. Trump hertim berovajiya aliyên din ên vê lihevkirina navneteweyî, Lihevkirina Navokî “Bixuf” daye zanîn û xwestiye ku ev bê betalkirin; Lê cîhan li dijî vê xwesteka wî ya dijminane ye.

Zerîf her wiha tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Îranê hertim pişta xwe kutaye xelkê xwe, bi bîr xist: “Komara Îslamî ya Îranê welatê herî êmin û ewleh li navçeyê ye”.

Zerîf amaje bi hebûna bêewlehiyê li gellek ji welatên navçeyê kir û got: “Li warê dabînkirina elwehiyê du nêrîn hene. Bi nêrînekê ku Îranê baweriya xwe pê heye, ewlehî ji hndir va û bi beşdariya xelkê li hilbijartinan tê dabînkirin; Lê bi nêrîna din ku gellek ji welatên navçeyê wê yekê dişopînin, ewlehî ji derveyî welêt tê Kirrîn”.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi kiryarên şaş ên Erebistanê li navçeyê ji wan hewildana ji bo pêkanîna bêewlehîtî û piştgirî û biçekirina komên têrorîst kir û bi bîr xist ku Erebistana Siûdî rêya xwe li navçeyê wenda kiriye.

Zerîf got: “Siyasetên dijminane yên Erebistanê li hemberî welatên navçeyê ji wan Yemenê ji billî pêkanîna nefret û hêrsa li hemberî Riyazê, tu encameka xwe tunebûye”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu