Sefera wezîrê karên derve yê Îranê bo Îslamabadê

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê hevrê digel taximeke derecebilind a siyasî; eskerî û ewlehiyê gihîşte Îslamabada paytexta Pakistanê.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro çarşemê hevrê digel taximeke derecebilind a siyasî; eskerî û ewlehiyê gihîşte Îslamabadê paytexta Pakistanê kir ta ku li bara çawaniya şopandina sebebkarên cinayeta dijî sînorvanên îranî li sînorê Pakistanê tev karbidestên vî welatî gotûbêjê bike.
Êvara çarşemiyê 26`ê Nîsana 2017`an li pey kemînkirina têrorîstan li nuxteya sifir a sînorê Îran û Pakistanê, 10 kes ji sînorvanên navçeya Mîrcaveyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê dema gerriyanê hatin şehîdkirin.
Koma tekfîrî ya `Ceyş El Zilm`ê berpirsiyariya vê êrîşa têrorîstî girtiye ustiyê xwe.
Şerxwazên çekdar û kirêgirtî di çend salên dawî da bi cihanîna opêrasiyonên têrorîstî ji nav axa Pakistanê va hejmarek ji welatî û sînorvanên Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şehîd kirine.
Koma tekfîrî û têrorîst a Ceyş El Zulmê berpirsiyariya vê êrîşa têrorîstî hildaye ser milê xwe.
Qirar e wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja tev karbidestên Pakistanê li bara girtina riya ketina terorîstan bo nav axa Îranê û misogerkirina ewlehiya sînorên hevpar di navbera Pakistan û Îranê gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)