ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sefîrê Îranê li Bexdayê: Alîkariyên bo gelê Iraqê yê bidomin

Sefîrê Komara Islamiya Îranê li Bexdayê ser helwesta misoger a Têhranê jibo dewama alîkariyan bo Iraqê di çarçova şerê dijî têrorîsmê da sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Danayîfer sefîrê Îranê li Bexdayê duh li hevdîtina tev Salih Metlek serokê Hevalbendiya Erebiye û alîkarê berê yê serokwezîrê Iraqê li ser helwesta misoger a Têhranê ya piştgiriya ji gelê Iraqê sekinî û got: Alîkariyên Îranê bo Iraq li şerê dijî DAIŞ`ê yê bidomin.

Danayîfer li bara rewşa siyasî ya niha li Iraqê jî hêvî kir ku siyasetvanên iraqî li arê rakirina astengiyên ser riya prosa siyasî ya vî welatî û pêşdabirina çaksazî û guhertinan serkevtî bin.

Her du aliyan di vê hevdîtinê da li bara qeyrana niha li dewlet û parlimana Iraqê têkildarî pêvajoya rêforman gotûbêj kirin.

Salih Metlek jî di vê hevdîtinê da got ku wî ji delwetên cînarê Iraqê xwestiye ku li hemberî meseleyên navxweyî yên Iraqê helwesteke hevseng nîşan bidin û bi navbeynkarî û hevkariyê bikevin dewrê.

Komara Islamiya Îranê li bara meseleyên navxweyî yên Iraqê, hertim aliyên curbicur jibo çareserkirina pirsgirêkan bi riya gotûbêjê vexwendine û li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li rex gelê vî welatî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu