ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Rihê wêrekî, fidakarî û bawermendîyê berbenda ser rêya sepandina dijminatîya dijminan e

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişand ser bûyerên vê dawîyê li nav welêt û hewldana dijminan ji bo ku derbê li Nizama Islamî ya Îranê bidin û got: Tişta ku dijmin û sepandina dijminatîya wan û xêrnexwazan asê dike, rihê wêrekî, fidakarî û îmanê li nav gel e.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedir, hezretê ayetulah Xaminêyî îro li hevdîtina hefteyê ya digel hejmareke malbatên ezîz ên şehîdan, rûmet, ewlehî û pêşketina gelê Îranê deyndar û hasila fidakarîya şehîdan zanîn.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser vê rastîyê ku dijmin hertim bi dû firsend û têketina ji bo derbelêdana li gelê Îranê bûye û got: Di bûyerên van çend rojên dawîyê de, dijminên Îranê bi emrazên curbicur ji wan dirav, çek, sîyaset û dezgehên ewelhîyê re bûn hevpeyman ta ku Nizama Islamî tûşî pirsgirêkê bikin.

Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê herwiha got ku wî têkildarî van bûyerana gotinên xwe hene ku yê dema guncav de ji gelê Îranê re bêje.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser rola girîng a morala wêrekî û fidakarîya di warê girtina pêşîya sepandina dijminatîya dijmin û xêrnexwazan û “şehîd“ mînaka tam a vê moral û têkoşînê bi nav kirin û got: Gelê Îranê heta hetayîyê deyndarê şehîdên ezîz e ku mal û malbata xwe cî da hîştin û sîngê xwe li hemberî dijminên rezîl kirin mertal, dijminên ku rojava û rojhilata cîhanê û paşveroyên navçê pişta wan digirtin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê rewşa nelibar a hin welatên navça rojavaya Asyayê û bakûra Afrîqayê bi bîr xist û got: Heke li şerê sepandî yê rêjîma Beis a Iraqê ser Îranê de, dijminê beisî derbasî welêt biba, yê rehim li tu kesî nekira û yê rewşa Îranê gellekî xirabtir ji rewşa roja îro ya Lîbî û Sûrîyê biba.

Başa dön tuşu