AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Sefîrê Tirkiyê li Têhranê bo wezareta karên derve hat hazirkirin

Sefîrê Tirkiyê li Komara Îslamî ya Îranê êvara pêncşemiyê bo wezareta karên derve hat hazirkirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, li dû gotinên nedirust û neberaqil ên cîgirê serokwezîrê Tirkiyê li bara bandora Îranê li Iraqê, Riza Hakan Tekîn balyozê vî welatî li Îranê bo wezareta karên derve hat hazirkriin û nerazîtiya tund a Îranê bo wî hat ragihandin.

Li vî halî Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara gotinên Numan Kûrtolmûş cîgirê serokwezîrê Tirkiyê li bara bandorên siyasetên mezhebî yên Îranê li Iraqê got: Siyasetên navçeyî yên Îranê wergirtî ji talîmatên bilind û binirx ên mirovî û îslamî ne ku têda ewlehî û aramiya cînaran bi taybet welatên îslamî xwedan cîgeha bilind û berz in.

Qasimî her viha got: Rêbazên tayfetî, firqeşopî û pêkanîna nakokiyên mezhebî ti cîgeha xwe li siyasetên isûlî yên navçeyî û navneteweyiya Komara Îslamî ya Îranê tunînin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi bîr xist: Bandora manewiya Komara Îslamî ya Îranê pêkhatî ji niyeta baş digel rêzgirtina li serxwebûn û parastina yekparçetiya axa cînaran e ku divê têgihîştina wê ji bo hinek çavdêran dijwar nebe.

Qasimî her viha got: Pêwsît e ku welatên navçeyê bi têgihîştina rewşa hestiyar û girîng a navçeyê li warê bidawîanîna kêşe û pevçûnan pêngavan rabikin û biaxivin.

Gotinên nedirust û dûrî êqil ên cîgirê serokwezîrê Trkiyê li bara bandora siyasetên mezhebî yên Îranê li Iraqê di rewşekê da ne ku Tirkiye ji salekê berî viya va tevî nerazîtiya berdewam a berpirsên iraqî bi sedan kes ji hêzên xwe yên çekdar li bakûrê Iraqê û bi mehneya şerê dijî têrorîsmê bi cih kirine.

Bicihkirina van hêzan li navenda leşkerî ya Başîqê li nêzikî Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê di rewşekê da ye ku firokeyên şêrr ên Tirkiyê her çend wextan carekê bi mehneya şerê djî komên tundrê bakûrê Iraqê didin ber bomban. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu