FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehadeta filistîniyekî din bi destê leşkerên Siyonîst

Wezareta tendirustiya Filistînê ji şehadeta filistîniyekî din li xwenîşandana Mafê Vegerê agahî da.

Wezareta tendirustiya Filistînê, ragihand, Hisam Salim Ebû Uweyzê, welatiyê filistînî ku li Meşa Mafê Vegerê, ya rojên buhurî li rojhilata bajarê Gazê bi derba gulleya leşkerên Siyonîst birîndar bibû, îro şemiyê ji ber birînên xwe şehîd bû.

Her di vê çarçoveyê de, Selah Ebdulatî, birêvebirê navenda filistînî ya ji bo lêkolînên siyasî û hevahengkerê hiqûqî yê Taxima Bilind a Meşa Roja Vegerê, got: Çavlirê yedi rojên tê hejmara şehîdên Meşa Mafê Vegerê ya Gazê, hêdîhêdî zêde bibe, ji ber ku hejmara birîndaran zêde ye û îmkanên pizişkî yên heyî têrê nakin.

Rija îniyê jî du ciwanên filistînî ku li Meşa Mafê Vegerê bi derba gulleyên leşkerên Siyonîst li Zîvala Gazê birîndar bibûn, di encama birîndan de şehîd bûn.

Bi hezaran filistînî ji 30`ê Adarê ve li 42`emîn salvegera Roja Erdê ve heya niha li meşa Mafê Vegerê ku her îniyê tê lidarxistin, beşdar bûne ku li vê xwenîşandanê zêde ji 12 filistînî şehîd bûne û zêde ji 13000 kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu