ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Zerîf: Agirbesa li Sûrîyê hertim ewlewîyeta Îranê bûye

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îrov li hevdîtina tev Kirîsto Astîlîyanîds komîsyonerê alîkarîyên insandostîyê û kontrolkirina qeyranê yê YE`yê li Têhranê herwiha bal kişand ser rewşz giran a insanî li Yemenê û li ser pêwîstîya berçavgirtina rewşa insanî li vî welatî sekinî.

Kirîsto Astîlîyanîds komîsyonerê alîkarîyên insandostîyê û kontrolkirina qeyranê yê YE`yê jî di vê hevdîtinê da bal kişand ser mazûvanîya Komara Islamî ya Îranê ji penaberên efganistanî û qedrê Îranê jiber rola li şandina alîkarîyên insandostîyê bo Sûrîyê girt.

Komîsyonerê alîkarîyên insandostîyê û kontrolkirina qeyranê yê YE`yê herwiha got: Îranê roleke girîng û erênî li navçe û cehanê heye û birastî hêjayî roleke wiha li asta navnetewî ye.

Li gorî vê raporê, Mihemedcewad Zerîf û Kirîsto Astîlîyanîds di vê hevdîtinê da li bara rewşa penaberên efgan li Îranê û pêwîstîya alîkarîyên mirovdostîyê bo welatên qeyranlêketî nemaze Sûrîyê gotûbêj û rawêjkarî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu