NûçeRojhilatanavin

Şehadeta jineka filistînî a li bajarê Qudsê bi destê siyonîstan

Çekdarên siyonîst, jineka filistînî li roja cîhanî ya jinan li bajarê Qudsê, şehîd kirin.

Li gorî rapoa navenda ragihandinê ya Filistînê, dagîrkerên siyonîst, roja sêşemiê li dewama cinayetên xwe yên dijî filistîniyan, Fedewî Ehmed Mehmûd Ebû Teyr, jina 50 salî ya filistînî li roja cîhanî ya jinan li nêzîkî Bab El Amûd a bajarê Qudsê dan ber gullan û şehîd kirin.

Li gorî vê raporê, bi dû cinayeta siyonîstan, welatiya filistînî bi giranî birîndar bû û dagîrkerên siyonîst nehîştin ku ew ji bo navenda dermankirinê were veguhestin ku di encama xwînrêjiya giran, şehîd bû.

Artêşa Rejîma Siyonîzt îdia kir ku ew jina dil hebû ku bi çekeka sar êrişî çekdarên îsraîlî bike.

Encumena Neteweyî ya Malbatên Şehîdên Filistînê, beriya niha li rapora xwe ya mehane de, pêgîrî kir ku di meha Sibatê de 20 filistînî li Erdên Dagîrbûyî bi derbên gulleyên çelkdarên Rejîma Siyonîst şehîd bûne. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu