EwropaNûçeRojhilatanavin

Qutiya reş a balafira Rûsyê hate dîtin

Qutiya reş a balafira Rûsyê li Deryaya Reş hate dîtin.

Li gorî rapora Îtartas`ê, çavkaniyeka agehdar roja sêşemiyê ragihand, xewasan, qutiyeka reş a balafira wezareta berevaniya Rûsyayê ku ketibû nava Deryaya Reş, dîtine.

Li gorî vê raporê, ev çavkaniya wezareta bûyerên nişkêveyî ya Rûsyê ku navê wî nehatiye ragihandin, herwiha got, qutiyeka reş a vê balafirê di encama operasyona geryanê li bin kabîna (ode) balafirê hatiye dîtin û wê bi zûtirkê wê ji avê were derxistin.

Herwiha li gorî vê çavkaniyê, sê meyt jî li cihê ketina vê balafirê hatine dîtin.

Sibeha roja yekşemiya buhurî balafireka Topolof a 154`an ku ji balafirgeha Sûçî ya Rûsiyê ve ber bi Laziqiyeya Sûriyê diçû, midehekî piştî rabûnê, jorda ket. Hemî 92 rêwiyên vê balafirê canê xwe ji dest dan. Zêde ji 60 kes ji endamên navdar ên Koma Koroya Artêşa Sor jî di vê balafirê de bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu