ÎranNûçeRojhilatanavin

Şehîdbûna 3 hêzên Intizamî yên Îranê di encama pevçûna li hemberî qaçaxçîyên madeyên hişber de

Qayimeqamê bajarê Xaşê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûra rojavaya Îranê ragihand ku 3 hêzên Intizamî yên Îranê di encama pevçûna li hemberî qaçaxçîyên madeyên hişber de şehîd bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedekber Çakêrzêhî bi pêgirîya ser vê yekê ku bê guman şehîdbûna van sê mexmûrên fidakar û xizmetkar cihanîna erkê û xizmetguzarîya ji bo gel sist nake got: Hêza Intizamî ya Komara Islamî ya Îranê bi can û dil welatê islamî û destkevtên nizama Komara Islamî ya Îranê diparêze.

Komara Islamî ya Îranê ku di rêza yekem a têkoşîna li hemberî qaçaxa madeyên hişber li cîhanê de ye zêde ji 3 hezar şehîdî di vê rêyê de dane.

NY jî Îran wek “alahilgirê têkoşîna li hemberî madeyên hişber“ bi nav kirîye.

Başa dön tuşu