FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehîdek û 81 birîndar li duwem îniya meşa mezin a Mafê Vegeryanê

Li encama gulleavêtina nîşangirên siyonîst ser beşdaran li meşa mezin a Mafê Vegeryanê heya niha filistîniyek şehîd bûye û 81 kes jî birîndar bûne.

 Bi hezaran kes ji filiatîniyên  rûnitşyiê zîvala Gazayê û kêleka rojava ya çemê Urdinê, li duwem hefteya li dû hev, roja îniyê li navçeyên sînorî tev Filistîna  dagirbûyî   hazir bûn. Xelkê Filistînê ji îniya buhurî anku 30 Adarê va  li roja erdê, meşa bi aşitî ya  a Mafê Vegeryanê destpê kirine.

Wezareta tendrustiyê ya Filistînê li bara şehadeta filsitiniyekî li rojhilata  Cebalyayê û birîndarbûna zêde ji 80 kesan ji ber gulleavêtian  nîşangirên  siyonîst li sînorê navbera zîvaal Gazayê û Filistîna dagirbûyî agahî da ku tê gotin halê pênc kes ji wan pir xirab e.

Ajansa filistînî ya Sefa“yê ragihand ku xwenîşanderan karîn ku ji fensên  ewlehiyê li rojhilata  Refehê li zîvala Gazayê derbas bibin.

Kanala Meyadînê ragihand ku xwenîaşnderên filistînî agir berdan  alaya Emerîkayê û hin wêneyên  Selman Bin Ebdulezîz, paşayê siûdî, Muhemed Bin Selman, welîehdê wî û Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma  Siyonsîtî.

Artêaş Rejîam siyonîstî bi îdiaya vê yekê ku bi sedan  filistînî li sînorê Gazayê bi eskerên wan re ketine pevçûnê, ev navçe weke navça qedexe ya eskerî ragihand.

Hejmara  şehîdên “Meşa mezin a Mafê Vegeriyanê“ li saya bêtevgerî, nehêjatî û sersariya rêxistinên  navçeyî û navneteweyî heya niha gihêştiye 24 kesî.

Başa dön tuşu