ÎranNûçeRojhilatanavin

Şehîdên êrişên têrorîstî yên li Têhranê yê sibê bên definkirin

Merasima rakirin û definkirina şehîdên êrişên têrorîstî yên li Têhranê yê sibê bi amadebûna serokomar, serokê meclisê û serokê dezgeha dadwerîyê û hejmareke rayedarên leşkerî û idarî yên welêt bê lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ekber Rencberzade endamê desteya serokatîya meclisa Îranê îro got: Merasima rakirin û definkirina şehîdên êrişên têrorîstî yên duh li Têhranê yê sibê siet 10`ê berî nîvro ji meclisa şêwra islamî bi amadebûna Elî Larîcanî serokê meclisa Îranê destpê bibe.

Rencberzade herwiha got: Piştî merasima xatirxwestina ji şehîdan li meclisê, meytên wan yê bo nimêjgeha Têhranê bên veguhestin.

Duh 4 têrorîstên çekdar bi kincên jînan hewl dan bikevin avahîya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê ku bi hêzên parêzvan re rûbirû bûn, di encama pevçûna di navbera her du alîyan da, xwekujekî xwe teqand û 3`yên din jî bi gulleavêtina bêarmanc li qatên sê û çar ên avahîya idarî ya meclisê, bi destê hêzên parêzvan hatin kuştinê.

2 têrorîstên çekdar jî derbasî avahîya tirba Îmam Xumêynî (RE) li başûra Têhranê bûn û dest bi gulleavêtinê kirin ku têrorîstekî xwe teqand û yê din jî bi destê hêzên parêzvanê avahîya tirbê hat kuştinê. Di encama van êrişan da 17 kes şehîd û 43 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu