EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna komîsyona hevpar a lihevkirina navokî li Viyenayê

Civîna çaran a komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî, ji bo hilkolandina berbendên ser riya cihatina hevhatina navokî ya Îranê û koma 5+1`ê, li Viyenayê hate li darxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, taxima îranî ya bi serokatiya Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve, Fêdêrîka Mogêrînî, seroka siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û hin nûnerên ji koma 5+1`ê, roja sêşemiyê bona li darxistina   li Viyenayê li dora hev civiyan.

Iraqçî, berî destpêbûna vê civînê li koma nûçegîhanan, li bara destûra xebatê ya civîna çaran a komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî, got: Komîsyona hevpar, wê derfeteka guncav be ku bi awayekî dualî û çendalî li ser berbendên ku li ser riya Lihevkirina Navokî ne, gotûbêj û lêkolîn were kirin.

Alîkarê wezîrê karên derve û serokê navenda Şopandina Lihevkirina Navokî, herwiha got: Du civînên Komîsyona Hevpar, berî ku bi Lihevkirina Navokî bi cih were, hatin li darxistin û civîna îro, komîsyona hevpar a dudiyan, piştî cihhatina Lihevkirina Navokî ye.

Iraqçî pêkhatina dubare ya peywendiyên bankî û pirsgirêk û berbendên din ên ku bona cihhatina Lihevkirina Navokî, pêşda hatine, fukarên Têhranê dan zanîn û destnîşan kir: Li civîna îro, wê ev mesele û mijar raber bibin ta ku rêareyek ji bo wan were dîtin.

Taxima îranî ya bi serokatiya Seyîd ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve û serokê îranî yê Navenda Şopandina Lihevkirina Navokî, roja sêşemiyê bona beşdariya li komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî, derbasî Viyenayê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu