ÎranNûçeRojhilatanavin

Seîd Xetîbzade: Îran xwe hevderdê dewlet û gelê Viyetnamê da zanîn

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji ber can dana bi dehan viyetnamiyan di encama rabûna lehiyê û çêbûna hezazê (şimtîna erdê) dewlet û netewê Îranê hevderdê dewlet û netewê Viyetnamê da zanîn.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade piştî rabûna lehiyê û çêbûna hezazê (şimtîna erdê) ku di encamê de bi dehan vîtnamiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî bê ser û şûn bûne, peyamek ji dewlet û netewê vî welatî şand û xemgîniya dewlet û netewê Îranê di vê barê de diyar kir û ragihand ku Îran li vê bûyerê xwe hevderdê gel û dewleta Viyetnamê dizane.

Di encama rabûna lehî û hezazê di van rojên dawiyê de 111 viyetnamiyan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî bê ser û şûn bûne û gelek xisarên madî li vî welatî ketine.

Lehiyên van hefteyên dawiyê li Viyetnamê heya niha bûye sedema wêraniya 7 hezar û 200 hektar zevî û ziraetên vî welatî û jinavçûna zêde ji 691 hezar pez û dewar  û mirîş û teyrên vî welatî. Xaça sor ev lehiyana li Viyetnamê li çend deh-saliyên dawiyê bê mînak û wêrankertir daye zanîn.

Başa dön tuşu