NûçeRojhilatanavinYemen

Sekinandina çalakiyên Rêxistinaa Pizişkên bêsînor li başûrê Yemenê

Rêxistina Pizişkên sînornenas, roja sêşemiyê li daxuyaniyekê ragihand: Heya ragihandineka din wê hemî çalakiyên xwe yên li parêzgeha Zaliê li başûrê Yemenê bide sekinandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Rêxistina Pizişkên  sînornenas, destnîşan kir: Ji ber bê ewlehîtiya li vê parêzgehê ev biryara daye.

Destdirêjiya hevpeymaniya Erebistanê ser Yemenê ji Adara 2015an ve bûye sedema kuştin û awarebûna  bi milyonan yemeniyan û xopana binavahiyên vî welatî.

Erebistanê û welatên hevpeyman ên Riyazê li halekê eva sê sal zêde ne destdirêjiyên xwe ser axa Yemenê didomînin ku heta niha negihêştine ti yek ji hedef û armancên xwe.

Destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê ev welata rastî kêmasiya xwarek û dermanan jî kiriye û gelek nexweşiyên curbicur bi taybet Kolera li Yemenê berbela bûye.

Başa dön tuşu