NûçeRojhilatanavinYemen

Sekinîna Ensarullahê ser avakirina dewleta hevhatinê li Yemenê

Berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê ser avakirina dewleta hevhatinê bi beşdariya aliyên gotûbêjê tekez kir.

Li gorî rapora roja sêşmê ya kanala televîzyona El-Meyadînê, Muhemed Ebdulselam, berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê got ku dewleta hevhatinê divê li Kuweytê were ava kirin û nunerên hemî komên siaysî yên naskirî yanî Ensarullah û hevpeymanên wê li dewletê beşdarê bibin .

Ebndulselam bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêka Yemenê, siaysî ye û ne eskerî û got hin alî dixwezin ku bizexta ji riya şêr, cardinê dîktatoriyê li vî welatî cih bînin . Her wiha vê sibê li encama teqîna bombeyekê li zanîngeha Senayê herîkêm 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ev teqîna li cihê birêvebirina cejna xwendekaran li zanîngeha Senayê qewimî.

Zanîngeha Senayê yek ji wan navendên hîndekariya bilind li Yemenê ye ku tevî êrişên 14 mehî yên Erebistanê ser yemenê, tim xebatên xwe didomîne .

Di eynî demê de, wezareta karên hundir a Erebistanê li bara kuştin û birîndarbûna 4 eskerên siûdî li sînorê navbera vî welatî û Yemenê agahî da.

Li gorî rapora Was Newsê, ajansa fermî ya Erebistanê, hêzeke geştê ya artêşa Erebistanê bi teqîna maynê li parêzgeha Cazanê li sînorê navbera vî welatî û Yemenê hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu