IraqNûçeRojhilatanavin
Sekinîna Fuad Mesûm û Emar Hekîm ser lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Iraqê li dema qirarkirî

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê û Emar Hekîm serokê tevgera Hikmeya Neteweyî ya vî welatî roja çarşemiyê hevdîtin pêk anîn û ser lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Iraqê di dema biryarkirî de teqez kirin.
Hilbijartinên parlmanî yên Iraqê biryar e 15 Gulana 2018an were lidarxistin. Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê, pêkhateya nû ya kabîna vî welatî hat kivşkirin û serokwezîr, serokkomar û serokê parlemana Iraqê jî dê werin bijartinê.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, Fuad Mesûm û Emar Hekîm li vê hevdîtinê her wiha alûgorên siyasî û ewlehiyê yên navçê û Iraqê hilkolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)