ÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Sekinîna Îranê ser pêkanîna korîdora ewleh a ji bo gihandina alîkariyan bo xelkê Yemenê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li ser pêwîstiya damezirandina korîdoreka ewleh a bona gihandina alîkariyan bo birîndar û derbedîtiyên li êrişên hewayî yên vê dawiyê yên Erebistanê ser Senaya paytexta Yemenê, pêgîrî kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, berêvariya yekşemiyê, dûhatên bombebarana berêvariya Senayê, bi karesat da zanîn û got: Pêkanîna Korîdoreka hewayî ya ewleh bona gihandina alîkariyan ji bo birîndarên cinayeta Erebistanê li Yemenê, pêwîst e.

Qasimî, bal kişand ser vê yekê ku divê Erebistan dawiyê li dorpêça hewayî ya Yemenê bîne û herwiha got: Îran amade ye ku alîkariyên mirohezane yên wekî taxima pizişkî, xwerin û dermana jibo derbedîtiyan bişîne Yemenê û herwiha birîndaran li nexweşxaneyên Îranê derman bike.

Temîm El Şamî, berdevkê wezareta tendurustiya Yemenê, roja yekşemiyê ragihand, hejmara goriyên êrişa berêvariya şemiyê ya Erebistanê ser rêûrisma sersaxiyê ya li Senaya paytexta Yemenê, gihîşte nêzî 900 kesî ku yan hatine kuştin yan jî birîndar bûne û muhtemel e ku hejmra goriyan zêde jî bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu