IraqNûçeRojhilatanavin

Sekinîna iraqiyan ser yekbûn û yekperçetiyê

Li dewama pêngavên xelkê Iraqê li riya yekbûna zêdetir, civîna hevpar a nûnerên şîe û sunî hat lidarxistin. Li civînê, nûnerên siyasî yên şîe û sunî yên Iraqê, li ser parastina iraqeka yekparçe û dewama piştgiriya ji hêzên leşkerî yên vî welatî li şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê pêgîrî kirin.

Seyîd Emar Hekîm, serokê hevalbendiya mezin a şîeyên Iraqê û Selîm Cibûrî, serokê Meclisa vî welatî bi nûneratiya ji Lîsteya Itihad El Quwa ya ehlê suneyê, birêvebirya vê civîna girîng girtin ustiyê xwe. Eva yekemîn civîna hevpar a siyasetmedarên şîe û sunî yên Iraqê di du salên buhurî da tê hesêb. Ji ber ku di vê civînê de li ser pêwîstiya çareseriya hemî nakokiyan, piştgîriya giştalî ji hêzên leşkerî yên Iraqê li şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê û parastina yekbûna neteweyî li kêleka pêşîlêgirtina ji her cure parçebûna Iraqê pêgîrî hatiye kirin. Ev civîna alûgoreka erênî di warê siyasî û civakî ya Iraqê tê hesêb. Bi dû şikestên bi dû hev ên terorîstan li hember hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê, wan jî niha berê xwe dane fitneya eşîretiyê.

Di rewşeka wiha de hevhatina hemî çîn û qatên Iraqê jibo sekinîna li hember planên ku gef li vî welatî dixwen, pêwîst e. Tevî viya ku hemî çîn û qatên civaka Iraqê armanca terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê ne, ji ber viya hevhatina partiyên iraqî jibo jinavbirina terorîsmê û geşepêdana di hemî beşan li çarçoveya qanûna bingehîn de girîng e. Pêkanîna bereya yekane ya iraqiyan, zirûfên iraqiyan jibo sekinîna li hember terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê xurt dike û hevalbendiya neteweyî ya di navbera iraqiyan li hemî waran, wê pêşiya perçekirina Iraqê bigire. Iraq, îro di rewşeka hestyar a dîrokî de ye û her cure lawaziya di asta siyasî de li ser ziyana vî welatî ye. Iraq, welatekî bi eşîr, kom û mezhebên curbicur e û bi hevrejiyana wan a bi aştî, şertê pêwîst jibo derbasbûna ji riyên dijwar û ji wan xetera terorîsma DAIŞ`ê ye.  Cihêrengiya eşîretî li Iraqê bi têkçûna rejîma Beis a Sedam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê, bûye amêrek jibo hin welatên navçê û hêzxurtên dernavçeyî.

Di vî warî de civakên siyasî jî bi caran hişyarî dane ku Amerîka bi dû dabînkirina berjewendî û serêxwegirtina stratêjiyên xwe yên nû li navçeya Rojhilata Navînê ji riya parçekirina Iraqê ye. Kiryarên Amerîkayê vê yekê nîşan dide ku ev welata her wekî berê li Rojhilata Navînê, planên xwe yên serdestîxwez û vejiyandina planên wek plana ser navê Rojhilata Navîn a Mezin û yan jî Rojhilata Navîn a Nû dişopîne ku yek ji faktorên sereke yên van planan, parçekirina para zêde ya welatên navçê ye.

Li gorî nexşeyên ku li ser plana ser navê Rojhilata Navîn a Mezin, hatine weşandin, Iraq yek ji welatên armanc di vî planê de bûye. Xurtkirina ramana piştgriiya çekdarî bi awayekî serbixwe ji Kurd û suniyan li şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê bêyî hevhatina digel dewleta navendî ya Iraqê û hevgav axiftina li bara parçekirina vî welatî li ser sê pişkan ve, armanceka hevpar dişopînin û ew jî parçekirina Iraqê ye. Di rewşeka wiha de, hişmendiya berpirsên iraqî bona raberkirina helwêstên xwe pêwîst e û hebûna yekbûna di warê siyasî de, wê bereya şerrê hestyar, dîrokî û dijwar a li hember DAIŞ`ê xurt bike.

Sekinîna çîn û qatên curbicur ên xelkê Iraqê ji wan suniyan li kêleka artêşa neteweyî ya Iraqê li şerrê dijî terorîsma DAIŞ`ê, nîşana hevgirtîbûn û yekbûna iraqiyan li warê parastina yekperçetiya axa Iraqê ye. Alûgorên Iraqê nîşan dane ku çîn û qat û qewmên curbicur ên li Iraqê, derfetek jibo perçekirina vî welatî nînin, belkî berbendeke qahêm li hember dijminên Iraqa yekperçe tên hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu