ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna rêberê giranqedre inqilabê ser mêrxasî û berxwedanê

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî hevçaxî salvegera 34-an a azadiya bajarê Xuremşehrê ji destê rejîma Beise Iraqê, li merasima bidawîhatina xwendina xwendekarên zanîngeha îmam Husêyn (S) pişkdarî kir.

Hevdem ligel roja 3`ê meha Xurdadê (23`ê Gulanê), salvegera opêrasiyona Bêyt ul-muqedesê û azadkirina bajarê Xuremşehrê, rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Uzma Xamineyî sibeha duh duşemiyê, 23`ê Gulana 2016`an, li merasima bidawîhatina xwendina xwendekarên zanîngeha îmam Husêyn (S) tevî pêgiriya li ser viya ku welatên zorbêj ji berxwedana gelê Îranê hêrs in, got: Bereya istikbar û zorbêjiyê di heyama sî û heşt salên buhurî da ji bo têkbirina Inqilaba Islamî tevî bikaranîna amor û komployên cûrbicûr bi ser neketiye.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba islamî ya Îranê li gotiên xwe yên girîng bal kişande ser mentiqa quranî û islamî ya cîhada Ekber û ew menaya berxwedan û peyrevînekirina ji bereya îstekbarê daye zanîn.pêwîstiya her inqilabek bona zindîragirtina erzişan bilinde inqilabê komkirin û gihandina van erzişan bona nivşên nû yên inqilabê ye û pêwîste ku inqilaba islamî ya Îranê jî vê pêispartiyê bona nivşa nû bike.

Yek ji hegerên jibîrbûna erzişên bilinde inqilaban li çend dehekên ku ji emrê wan derbas dibe, evaye ku zanayên van inqilaban ji van erzişên inqilabî dûr dibin, loma hatiye ragihandin ku zindîragirtina erzişên inqilabê wekî pêwîstiyekê ye.

Saziyên Komara islamî ya Îranê her ji destpêka serketina inqilaba islamî ya Îranê bona şirova inqilabê û gihandina erzişên inqilabê bi nivşên n hatine damezirandin.

Sipahê Pasdarên inqilaba islamî ya Îranê ku bona berevaniya ji inqilabê pêk hat xebatên xwe yên eskerî, siyasî û çandî ji navendên zanistî û eskerî destpê kir.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî mijara rojevê ya Komara Islamî ya Îranê û bereya istikbarê mijara `Şopandin`ê da zanîn û got: Wan gişt amor, zext û hewildanên çandî, aborî, siyasî û propagandayî û hokarên xwe yên xayîn bi kar anîne ta ku pergala islamî neçar bikin ku çok li erdê dayne û riya wan bişopîne, lê tişta ku istikbar û welatên zorbêj ji Îranê hêrs kirine ew e ku gelê Îranê naxwaze ku riya istikbarê bişopîne.

Wî bi bîr xist: `Îdêolojî` anku bîrdozî yanê heman ramana islamî ku dibe sebeb gelê Îranê nekeve bin barê zora bereya kufr û istikbarê.

Hezretê ayetullah Xamineyî hilêxistina mijarin wek ênêrjiya navokî, hêza mûşekî û mafên mirovan wek behane da zanîn û destnîşan kir: Egera sereke ya gişt van dijminî û behaneyan neşopandina rê û xwesteka istikbar û welatên zorbêj e.

Îmam Xumêyînî xîmdarê inqilaba islamî ya Îranê(RH) û Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê giranqedrê hertim ser tewekula bi xwedê teala li hemû karûbaran sebinîn û wan remz û raza serketina cewanên îranî li 8 sal berevaniya pîroz û bitaybet li azadiya bajarê Xuremşehrê tewekula bi xwedê teala dane zanîn.

Îmam Xumêyînî(RH) piştî azadiya Xuremşehrê ji destê rejîma Beise Iraqê li gotarekî dêrokî got: Xuremşehr xwedê azad kir.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî jî li koma li merasima bidawîhatina xwendina xwendekarên zanîngeha îmam Husêyn (S) ragihand ku mînakek ji serketin û berxwedana li hemberî dijminan tewekula bi xwedê teala daye zanîn.

Wî bal kişande se xebatên işkestxwarî yên dijminên inqilaba Îranê li van 38 salana bona derbelêdana bi inqilabê pê pîlanên cur bi cur û ev serketina gelê Îranê nîşana peyreviya ji mentiqa cîhab û berxwedanê pê tewekula bi xwedê teala daye zanîn.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî destnîşan kir ku gelê Îranê hîn jî li meydanê ye û cewanên zav hene ku hazirin canê xwe fîda bikin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî şerê li hemberî zorbêjan şerekî neberanber daye zanîn û got: Li vî şerê neberanber her du aliyan hinek karayî û faktorên hêz û qudretê hene ku aliyê din tune, tewekula bi xwedê û baweriya bi serketinê û qudreta îrada însan ji karayiyên mominanin.

Li dewrana berevaniya pîrpz mêrxasên îranî tev artêşekê şer dikirin ku 58 welatên cîhaê ji welatên rojhilatê bigir hetanî rojavayê, piştevaniya siyasî, eskerî, abûrî, istixbaratî û medyayî didane vî artêşî.

Hatiye ragihandin ku şêxên welatên derûdora Kendava Farsê 70 milyard dolar alîkariyên abûrî danne rejîma sernixûnbûyî yê Bese Iraqê.

Cewanên îranî li 8 sal berevaniya pîroz mînakekî herî baş ji serketina li şerekî neberanber ji xwe nîşan dan.

Wan pê tewekula bi xwedê û soza ku xwedê teala li bara serketina heq li hemberî neheqiyê dabû karîn rejîma Sedam bi giranî işkest bidin.

Dijminên inqilabê û ji hemûyan pirtir Amerîka dil hebû li babetên abûrî, siyasî û çandî derbê li inqilaba islamî xwîne.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî ji van şerên neberanber wekî cîhada ekber nav bir û destnîşan kir; Roja îro hêtimala destpêbûna şerê eskerî yê sunetî dijî Îranê gelekê lawaze lê mesela cîhadê hîn jî berdewam e, vê cîhadê mentiqekî xweye quranî û islamî heye.

Cîhada Ekber bi menaya berxwedan û peyrevînekirina ji kafir û muşrikane.

Hezretê ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser viya ku cîhada Ekbe li babetên siyasî, abûrî û çandî û hunerî hîn jî berdewame destnîşan kir ; li hemû babetan li dewsa peyreviya ji bereya kafir û muşrikan pêwîste ji bernamên islamî û quranî were peyrevîkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu