AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna Rûhanî ser xurtkirina peywendiyên navbera Îran û Endûnezyayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê xurtkirin û qahîmkirina peywendiyên navbera Îran û Endûnezyayê wek du welatên dost û misilman ser qazanca her du gelan û navçê da zanîn.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê piştî îzmekirina  çar belgeyên  hevkariyê navbera Têhran û Cakartayê tev Joko Wîdodo serokkomarê Endûnezyayê nav koma  nûçegihanan got Têhran û Cakarta micid in asta  hevkariyên  xwe li hemî warên siyasî, aborî, çandî û zanistî berfireh bikin.

Serokê Komara Îslamî,  lihevkirina  navbera her du welatan li warê peywendiyên  bankî û xebitandina  sermayê pêngaveke girin jibo bazdanê li peywendiyên  aborî navbera Têhran- Cakartayê da zanîn û diyar kir peywendiyên  her du welatan li warê enerjiyê, peywendiyên  stratejîk  in û dê Îran hevcetiyên  Endûnezyayê li warê enerjiyê ji wan  nifta xav, gaza şil û petrorşîmiyê dabîn bike.

Hesen Rûhanî her wiha tekez kir her du welat li tevgera qeydnenasan û Rêxistina  Hevkariya  Îslamî, hevkariyên nêzîk bi hev re hene û hevkariyên  xwe li warê  pirsgirêkên  ku cîhana  Îslamê pê re rûbirû ye û ji wan  qeyrana  Yemenê û her wiha Miyanmarê xurt dikin.

Joko Vîdodo serokkomarê Endûnizyayê jî sefera Têhranê, riyeke  nû li warê hevkariyên  du welatan da zanîn.

Coko Wîdodo li bara  mêhwera gotûbêjên  xwe tev serokê Komara Îslamî ya Îranê got, welatê wî nihêrînên  aşitîxwzaiyê jibo çareserkirina  qeyrana Miyanmar, Yemen, Sûriyê û navçên dine welatên biqeyran pêşniyar kiriye û li vê çarçêvê ser rola aşitîxwzaiya  xwe disekine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu