ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna ser xebitandina sermayê li benderên Îranê

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li hevdîtina  rêveber û alîkarên rêxistina bender û deryavaniyê bal kişand ser pêwîstiya  darêştina plan û bernaman jibo xebitandina sermaya welatên biyanî jibo geşatiya benderên Îranê û got : Di rewşa niha  ji ber giringiya  deryayê û rewşa av û hewayê ya navçê wer xûya dike ku şêniya bajarnişîniyê ber bi deryayê ve dimeşin.

Endamê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê li salên tê divê bi micidî werin  berçavgirtin û got : Bêguman divê ev meseleya tam û tekûz li warê hakimiyetê û him jî çawaniya  bikaranîna li beşa taybet li bernama şeşan a geşatiya  Komara Îslamî ya Îranê were  berçavgirtin.

Muhemed Seîdnijad rêveberê Rêxcistina  bender û deryavaniya  Îranê jî got : Di rewşa niha  slogan û  siyaseta  sereke ya  vê rêxistinê geşatiya  li gor pergala  deryayê ye ku gelek şukir li vî warê pêngavên erênî hatine hilanînê.

Seîdnijad bal kişand ser giringiya  berfirehkirina  peravên  Mekranê û got : peravên hanê ji navçên pêşneketî ye û pîvan  û amarên aborî li van navçana  baş nînin.

Rêveberê rêxistina bender û deryavaniya Îranê got : Li gorî amarên cîhanî nêzî 65 heya sedî 70yê nifûsa cîhanê li 150 km ya peravan jiyan dikin ku eva nîşan dide derya û perav xwediyê zirûfên zav in ku mixabin li Îranê bi awayekî hêja bala xwe nedane ser . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu