ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Erebistana Siûdî plandarêjê serekî yê êrîşên Tehranê ye

Fermandarê giştî yê sipaha pasdarên Îranê ragehand; ‘’Li gor zanyariyên bi hûrgilî yên li ber destê me de ye, Erebistana Siûdî dervey piştevaniya terorîstan kiriye, herwaha daxwaz kiriye êrîş jî pêkbên.’’

Li gor nûçeya malpera Fars a ser bi sipaha pasdaran fermandarê giştî yê sipaha pasdaran Lîwa Mihemedelî Ceferî derbarê êrîşên heftiya borî yên li Tehranê de got: ‘’Amerîka û Îsraîl piştevanî li terorîstan kiriye û zanyariyên hûr di destê me de ne ku mixabin Erebistana Siûdî hem piştevaniya terorîstan dike, hem jî daxwaz kiriye ku êrîşê pêkbînin.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu