ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Balafirên bêpîlot beşeke girîng ji hêza pêşîlêgirtinê ye

Sekrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê got: Balafirên bê pîlot (bêfirokevan) li warê hevsengkirina şîyana mûşekî, beşeke girîng ji şîyana Komara Islamî ya Îranê ya pêşîlêgirtinê ne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, emîr deryavan, Elî Şemxanî sekrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê îro dema seredana xetên çêkirinê û nîşangeha şîyanên beşa hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li warê balafirên bêfirokevan herwiha got: Li pêşeya balafirên bêfirokevan, hêza lêkolîn, çêkirin, zêdekirin û pêşxistina têknolojîyê li birra wan, dewama firînê, hilgirtina sîlehan, naskirin û hûrbînîya li avêtin û lêxistina hedefan, pîvanên sereke yên serdestîyê û pêkanîna hevsengîyê li hêzê ne.

Şemxanî herwiha got: Tecrubeya bi saya Berevanîya Pîroz û boykotên zalimane ku mafê rewa yê Îranê li hemberî dijminê destdirêjkir kiribûn armanc, fêrî Komara Îslamî ya Îranê kir ku bêyî bingeha berevanîyê ya xwecî û pêşxistina berdewam a wê mirov nikare ewlehîya mayinde û bawerpêkirî li Îranê pêk bîne.

Sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê bi pêgîriya ser vîya ku tecrubeya bi saya 8 salên Berevanîya Pîroz jî isbat kir ku jîyana li nav aştîyê bêyî hêza xweparastinê, hêvîyeke nepêkan e, got: Hêza berevanî û êrişkirinê ya Îranê, lihevalîyayî, çendberî û ser bingeha şîyana navxweyî û fêrkarîyên dînî ye û li gorî belgeyên dîrokî tu wexta jibo êriş û zêdexwazîyê nehatîye bikaranînê û nayê jî.

Sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê bi gotina vîya ku hêza Îranê li warê balafirên bêfirokevan di rewşa dijwar a aborî, berbend û boykotan da pêk hatîye, ragihand ku Komara Islamî ya Îranê li piratîkê nîşan daye ku jibo berfirekirina şîyan û hêza berevanîyê ya asayî jibo parastina xwe, tu sînor û berbendekê nas nake. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu