ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Hizûra hêzên derveyî navçê ewlehiya kendava Farsê li hev dixe

Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bawer e ku hizûra hêzên derveyî navçê ewlehiya Kendava Farsê li hev dixe.

  Deryavan (admîral) Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê şevê piştî seredana heştem nîşangeha navneteweyî ya pêşeyên deryayî û deryavaniyê li Kîşê got: Damezrandina  ewlehiyê bi hizûra welatên cînar cih tê û mixabin  hizûra biyaniyan li navçê derfeta hevkariyê ji cînarên  Îranê istandiye.

Deryavan Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li bara operassyona artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê jibo azadkirina Mûsilê jî got: Gelê Iraqê bi alîkariya  hevpeymanên xwe hebûna nemimbarek a tekfîriyên ku  li medresên  tekfîrî yên hin welatên navçê  perwerde bûne  ji axa xwe derdixîne.

Heştem nîşangeha  navneteweyî ya  pêşeyên deryayî û deryavaniyê sêşemiyê şevê bi beşdariya Deryavan Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, rêveberê navça azad a Kîşê û berpirsên leşkirî û welêt destpê bû.

Ev nîşangeha bi beşdariya 110 kompaniyên biyanî û 260 kompaniyên navxweyî li navenda nîşangehên  navneteweyî yên girava  Kîşê karê xwe destpê kir û heya  înê 21 Cotmehê dê mazovaniya hogirên  xwe bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu