ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Kirîza xelkê Iraqê pê parçebûna axa vî welatî çareser nabe

Sekretirê Konseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê bal kişande ser giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê û got: Kirîza xelkê Iraqê pê parçebûna axa vî welatî gor nêhrîna eşîreyî û mezhebî çareser nabe.

Elî Şemxanî Sekretirê Konseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê li gotûbêjaxwe ya îro sêşemê tev rojnama El-Wefaq destnîşan kir: Li rewşa ku kêmek nemaye hemû axa Iraqê ji destê terorîstên tekfîriye DAIŞ`ê rizgar be , giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ku hêtibarekî xwe yê qanûnî jî tune, şên û eserekî neewlehî li ser navçê, Iraqê û bitaybet Herêma Kurdistana Iraqê dê dayîne.

Şemxanî destnîşan kir: Parçebûna Iraqê dibe sebeb ku welatên hêzxurte derve ji navçê istifada nerewa jê bikin û tesîra siyasî û abûrî li ser navçê dayînin.

Sekretirê Konseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê herwisa bal kişande ser viya ku şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li babeta ewlehî, çandî û bawerî hîn jî didome got: Amerîka roja îro bona ku piştevaniyên xwe ji terorîstên DAIŞ`ê veşêre diroşma xebata dijî DAIŞ`ê dide û nahêle rêketina Hizbullaha Lubnanê bona derxistina malbatên terorîstan ji nav axa Sûriyê serê xwe bigre.

Şemxanî got: Gor rapor û belgeyên ber dest, Amerîka li dewsa şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê dixwaze vê grûpê mudîriyet bike û li ciyên ku îmkana serkutkirina terorîstan hebûye, netenê tev terorîstan şer nekiriye ku îmkan daye destê terorîstan ku ewna birevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu