ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Li civîna tê ya Astanê Emerîkayê rola xwe tinabe

Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê diyar kir ji ber dijberiya Îranê li hember beşdariya Emerîkayê li civîna tê ya Astanê, ev welata li rêveberî û hilkolandina encamên vê civînê rola xwe tinabe.

  Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî, roja çarşemiyê bal kişand ser pêşîna bêsozî û nekêrhatîbûna  Emerîkayê jibo damezrandina agirbesê û rênimûniya aliyên têkildar li Sûriyê ber bi gotûbêjê û got : Tu belgeyek jibo beşdariya Emerîkayê li rêveberî, stratejî û rênimûniya însiyatîvên  siyasî yên niha li qeyrana Sûriyê tine û ev welata li civîna tê ya li Astanê paytexta Qezaqistanê rola xwe tinabe.

Şemxanî destnîşan kir: Îran wek welatê ku rola herî sereke li piştgiriya ji dewleat qanûnî ya Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê hebûye li pêvajoyên siyasî ji wan li civîna  Astanê jî dê bi awayekî çalak beşdar bibe.

Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê tekez kir: Tenê grûpên çekdar ku hevhatina  agirbesê wajo kirine û berpirsiyariya xwe li hember gotûbêjên sûrî-sûrî ragihandine tev nunerê NY bo civîna  Astanê hatine vexwendinê. Civîna  bajarê Astanê li rojên 23 û 24ê Çilla îsal li Qezaqistanê bi çavdêriya Îran , Rûsiye û Tirkiyê tê li dar xistin.

Mêhwera  vê civînê, lidarxistina  gotûbêjên sûrî-sûrî bi armanca pêkanîna  rewşê jibo çareserkirina  siyasî ya qeyrana Sûriyê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu