CîhanEwropaNûçe

Nerazîtiya tund a yewnaniyan li hemberî hevkariya Atênayê digel Rêjîma Siyonîst

Kombûneka berfireh bi nîşana nerazîtiya tund li hemberî hevkariyên Yewnan û Rêjîma Siyonîst li Atênaya paytexta vî welatî hat lidarxiostin.

Li gorî rapora Associated Press`ê, Yewnaniyan roja Sêşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî hevkariyên leşkerî û aborî di navbera Yewnan û Israîlê her wiha biryara Amerîkayê ji bo veguhestina balyozxaneya xwe bo bajarê dagirbûyî yê Qudsê, li hemberî avahiya Wezareta Karên Derve ya Yewnanê li navenda Atênayê kom bûn.

Alîgirên Koma Rûbîkonê bi derbasbûna nav hewşa Wezareta Karên Derve ya Yewnanê, bi rakirina ala Filsitînê wêneyên şehîdên filistînî ku hevdem digel veguhestina Balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsa dagirkirî û ji ber gullereşandina çekdarên israîlî şehîd bûbûn, nîşan dan.

Ciwanên Koma Rûbîkonê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku nabe ku Yewnan digel rêjîma xasib û zarokkuj a siyonîst têkilliya nêzik dayne, ragihandin ku ji gelê Filsitînê ku bi dehan sal e tûşî cihêkariya nijadî bûye, piştgiriyê dikin.

Ev nerazîtî piştî wê yekê pêk tên ku dewleta Yewnanê û Rêjîma Siyonîst ji ber hewildan û hevkariya Amerîkayê, vê dawiyê bi berfirehkiirna danûstandinên dualî, meşqên şêrr ên hevpar li dar dixin.

Veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê, bû sebeba lidarxistina xwenîşandan û nerazîtiyên berfireh li seranserî cîhanê.

Başa dön tuşu