ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Trump Amerîka ji hêla siyasî xistiye tecrîdê

Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê got: Zêdebûna reftarên fanatîke Rejîma Siyonîstî li Gazayê û Qiraxa rojavaya Çemê Urdinê li rojên vê dûmahîkê ji ber işkesta terorîstên tekfîrî bona destpêkirina şerê tev cîhana îslamê ye.

Emîrê deryavan Elî Şemxanî, sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê li gotûbêja xwe ya tev IRIB Newsê, destnîşan kir: Zivirîna ewlehiyê ji bo Sûriyê û Iraqê carek din xetera kutbûna ewlehiya zêrîn ji bo Rejîma Siyonîstî çêkir û carek din mesela Filistînê bûye mesela ewilêye cîhana îslamê.

Şemxanî got: Roja îro grûpên berxwedanê û bîr û raya giştî ya cîhana îslamê zêdetir ji her wextekî din gihêştiye vê rastiyê ku gotûbêja tev Amerîka û paşdakişyana li hemberî xwestekên rejîma Siyonîstî nikare pîşiya cinayetên vî rejîmî û destdirêjiyên vî rejîmî bigre.

Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê,boykota Amerîka li civîna vê dûmahîkêye Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî rudawekî bêmînak daye zanîn ku bûyesebeba rezîlbûna Amerîka û got. Pêşnivîsa pêşniyarî ya Amerîka ku bereya Hemasê wekî sebebkarê rudawên vê dûmahîkê li erdên dagîrbûyî dabû nasandin û ew mehkûm kiribû nekarî heta dengekê erênî li nav Konseya Ewlehiyê bîne dest.

Şemxanî destnîşan kir: Eva ku hevalbendên Amerîka jî ji vî welatî diqetin û dûr dibin nîşana vê rastiyê ye ku siyasetên Trump yên neberaqil , Amerîka ji hêla siyasî têxe nav tecrîdê.

Başa dön tuşu