CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Sênaya Amerîkayê dema baykotên li dijî Îranê dirêj kir

Pêşnîyarqanûna dirêjkirina dehsalî ya boykotên li dijî Îranê bi 99 dengên Erê û bêyî dengên Na, şeva buhurî li Sênaya Amerîkayê hat pejirandin.

Berî vîya meclisa nuneran a Amerîkayê jî pêşnîyarqanûna dirêjkirina dehsale ya boykotên li dijî Îranê bi piştgirîya her dy partîyên Komarxwaz û Dêmokirat pejirandibû.

Dijêrkirina dehsalî ya boykotên li dijî Komara Islamî ya Îranê piştî serketina Donald Trump li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê pêk tê ku ji sîyaseta dewleta niha ya vî welatî li hemberî Îranê rexne girtibû.

Ev qanûna jibo cihanînê divê ji hêla serokomarê Amerîkayê va jî bê wajokirinê.

Piştgirên pêşnîyarqanûna dirêjkirina dema boykotên li dijî Îranê idia dikin ku ev dirêjkirina mecalê diide Amerîkayê ku Têhranê di rewşa berçavnegirtina xalên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê da ceza bike.

Eva li halekî ye ku dewleta Amerîkayê dewleta Amerîkayê ji dema wajokirina rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê va ku cihanîna wê ji Çileya buhurî va destpê bûye, sozên xwe yên di çarçova vê rêketinamê da cih neanîne.

Qanûna boykotkirina Îranê ku ser navê Qanûna Damato`yê tê naskirinê, cara yekem di sala 1996`an da li Kongira Amerîkayê hat pejirandinê û ji wê demê va heta niha çend caran hatîye dirêjkirinê.

Komara Islamî ya Îranê pêkutî kirîye ku dirêjkirina qanûna boykotên li dijî Îranê bi wateya pejirandina boykotên nû û binpêkirina aşkira ya rêektinama navokî ye.

Elî Şemxanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê di vî warî da gotibû ku heke amerîkî Qanûna Damato`yê li dijî Îranê dirêj bikin, Îranê pakêteke teknîkê wekî bersiva li hemberî wê amade kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu