IraqNûçeRojhilatanavin

Serçeteyekî DAIŞê li Iraqê hat kuştin

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku serçeteyekî DAIŞê li vî welatî hatiye kuştin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mustefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê bi weşandina fîlmekê di twittera xwe da ragihand ku hêzên iraqî Ebû Yasir Îsawî ji serçeteyên koma terorîst a DAIŞê di operasiyoneke istixbaratî da kuştine.

Li dû du êrîşên terorîstî yên Pêncşemiya bihurî li bazarekê li navenda Iraqê, Serokwezîrê Iraqê teqez kir ku DAIŞ divê li benda derbeyekê be ku dê wê bihejîne.

Terorsîtên DAIŞê Pêncşemiya hefteya bihurî du tqînên xwekujiyê li Bexdayê pêk anîn ku di encamê da 32 kes hatin kuştin û 110 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu