Serdar Dihqan:Plana yekbûna li dijî Îranê şikest xwariye
Wezîrê berevaniyê yê Îranê got ku îmkana lihevkirina cîhanî jibo vegerandina rewşa li dijî Îranê bo beriya rêketinnama navokî tine
Serdar sertîp Huseyn Dihqan wezîrê berevanî û piştgiriyê yê hêzên çekdar ên Îranê roja çarşemiyê li mersima vebûna heştemîn nîşangeha hewayî ya Îranê li girava Kîşê got ku hegera nezelalî, bêserûberî û guherîna berdewam a gotinên rayedarên nû yên Emerîkayê li bara rêketinnama navokî nebûna îmkana lihevkirina cîhanî jibo vegerandina rewşa li dijî Îranê bo beriya lihevkirina navokî ye.
Serdar Dihqan destnîşan kir ku her cure kêmasî, sistî û vegeriyana ji riya lihevkirî dikare xisarên giran jibo aliyê din hebe.
Dihqan her wiha bal kişand ser vê yekê ku Îrana Îslamî dê peywendiyên xwe yên kêrhatî tev xelkê bidomîne û got derfeta hevkariya tev Îranê piştîrêketinnama navokî ji bo aliyên din jibo berfirehkirina pêşeyî û bikaranîna rola Îranê li navçê pêk hatiye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku Îran amadeyî hevkarî û hevkariya zêdetir jibo hevkariyên hevpar e û destnîşan kir ku Îran li warê berevanî û hêz û şiyanê, zirûfek heye ku rehet dikare tev xelkê peywendiyê çê bike.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha li bara nimandina helîkoptera neteweyî ya Seba 248 û tanka pêşketî ya xwecî ya Kerrarê li pêşeroja nêzîk agahî da.
Serdar sertîp pasdar Huseyn Dihqan got:Hemî qonaxên dîzaynkirin û çêkirina van du destkevtan bi hewildana zaniyar û pisporên îranî hatiye dîzaynkirin û berhemanîn (BANGÊ ÎSLÂMİ).