ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Huseyn Selamî: Gelê Îranê bi camêrtî li pişta armancên inqilabê sekinîye

Fermandê Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Gelê Îranê bi camêrtî li pişta armancên inqilabê sekinîye û pêngavekê jî paşde venakişe.

Fermandê Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî Serdar Huseyn Selamî li kêleka meşa roja cîhanî ya Qudsê got: Beşdariya bi coş û milyonî ya gelê Îranê nîşan da ku bi camêrtî û bi berxwedan li pişta  inqilaba xwe sekinîye û ji nirxên  inqilabê pêngavekê paşde venekişe û heta dom û dirêjtir ji berê bona şopandina  nirxan û armancên wan ên mezin pişt serê rêberê  xwe hereket dikin.

Wî herwiha tekez kir: Ev meşa peyameka baş bo hemî cîhanê hebû ku gelê Îranê dê teslîmî zexta aborî, siyasî nebe. 

Fermandê Hêza Hewayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî Serdar sertîp pasdar Emîr Elî Hacîzade jî got: Bê guman danûstandina sedsalê dê bibe fezahet û riswatiyeka mezin a sersalê.

Serdar Hacîzade got: Beşdariya  hel gefa herî mezin bo Îsraîlê ye û ev beşdariay bû sedem ku gelê Filistînê ji kevir bighêje mûşekan û niha refa mûşekan ji cihên  curbciur  ber bi hemî beşên dagrbûyî tên avêtin û her roj Rejîma Siyonîstî  ber bi têkçûnê va diçe.

Serokê Rêxistina Besîca Îranê Serdar Xulamhuseyn Qêybperwer jî li kêleka meşa roja Qudsê  li bara  kiryara rezîalne yên Emerîka, Rejîma Siyonîst û hevpeymanên wan li navçê wek danûstandina sedsalê got: Ev plana pêştir işkest xwariye.

Başa dön tuşu