IraqNûçeRojhilatanavin

Wezareta Koç û Koçberên Iraqê:500 hezar kes ji Mûsilê koçber bûne

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Casim Mihemed Caf di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê ve û heta niha, 500 hezar welatiyên wî bajarî koçber bûne, ku320 hezar welatî ji aliyê rojavayê wî bajarî ne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ku, li ser malpera xwe belav kirîn got jî, ji wê hejmarê, 98 hezar û 444 koçber li kempên Xazir, Cimkor û Hesen Şam yên ser bi parêzeha Hewlêr û kampa Dîbege ya ser bi qezaya Mexmûr hatine bicihkirin.

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê da zanîn jî, 15 hezar û 511 koçber jî li kampên Dihok, 183 hezar û 407 koçber li kampên ser bi navçeyên Geyare hatine bicihkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu