ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Selamî: Derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî, mehneyek ji bo sepandina boykotên zêdetir ser Îranê ye

Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Emerîkayê bi derketina xwe ji rêketinnama navokî Îran danî navenda boykotên xwe yên aborî ku helbet ne mijareke giring e.

Trump serokkomarê Amerîka roja sêşemê bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketinama îmza kiriye ,derxist.

 Li gorî raghandina  IRNA`yê, Serdar Selamî roja pêncemiyê li merasimekê li Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê got: emerîkî ev 40 sal in ku her çiqasî dikarin li warên curbicure siyasî, eskerî, aborî, çandî, îstixbaratî û operasyonên  rewanî li dijî gelê Îarnê bi kar anîne lê heya niha  li vê barê qet bi ser nekitine.

 Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Rasitiya  derketina  Emerîklayê ji rêketinnama navokî, teslîmkirina  gelê Îranê li hember xwestekên  narewayê yên xwe ye lê tişta ku li vî şerê aborî giring  e, geşkirina berxwedana  neteweyî ye.

 Serdar Selamî destnîşan kir: Inqilaba Îslamî ya Îranê îro derbasî dervey sînorên welêt  bûne û ev mijara dijminên nizamê dilgiran dike.

 Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Îro Îrana Îslamî li hemî muadileyên  navçeyî bandorê datîne û dijmin  nikarin  bandorê  ser viyan  û îradeya  gelê Îranê  bikin.

Başa dön tuşu