ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Selamî: Emerîka ji qaweta komên berxwedanê ditirse

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser cê yekê ku welatên Îslamî ciwanên cîhadkir û têkoşer perwerde dikin û teqez kir: Emerîka ji qaweta komên berxwedanê û komên cîhadî ditirse.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar serleşkir Huseyn Selamî, roja yekşemiyê li merasima  nasandina  cîgir û fermandê hevahengkirê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li Têhranê bal kişand  ser bersiva  qahêm a berxwedana  Filistînê li hember cinayetên  siyonîstan bi avêtina  zêde ji 600 mûşekan û got: Qaweta berxwedanê bû sedem siyonîst û emerîkî paşde vekişin.

 Serleşkir Selamî bal kişand ser vê yekê ku Emerîka û Rejîma Siyonîstî li riya jinavçûnê de ne û destnîşan kir: Emerîka dijmineke  ku di rûvek de  bi hêz û bi heybet tê xûyanê lê hundir û batineka pûş heye.

 Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî balkişand  ser vê yekê ku îro rojê Inqilaba Îslamî li asta xwe ya herî bedewe de yanê 40 saliya xwe de ye û diyar kir: Îran bona  rawestana li ber gefên curbicur ên dijminan tam amade ye.

Başa dön tuşu