ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna muzakirên Îran û Erebistanê li bara Hecê

Yekim civîna fermî ya muzakirên Hecê bo sala 2018`an navbera taxima Hecê ya Komara Îslamî ya Îranê û taxima Heca Siûdî roja înê li Wezareta Hecê ya Erebistanê li Ceddê hat lidarxistin.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Hemîd Muhemedî, serokê Rêxistina  Hec û Ziyaretê ya Îranê, serokatiya taxima îranî û Muhemed Salih Bin Tahir Bêntên, wezîrê Hecê yê Erebistanê seroktiya taxima siûdî li  vê dewra muzakiran dikirin.

Li van muzakiran ku ji bo amadekirina bernameyên  heca sala tê lidarxistin, taxima hecê ya Komara Îslamî ya Îranê ser pêwêîstiya  amadebûna rewşê ji bo raberkirina xizmetên pêkan li kêleka  dabînkirina  ewlehiyê û parastina  îzet û kirameta  heciyên  îranî teqez kir.

Muhemedî beriya sefera Erebistanê jî teqez kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê dê bi qawet  mafên  şehîdên Minayê û ketina vînçê li Mekeya  Mukereme  bişopîne.

Bi hezaran  ziyaretkar ji wan 464 ziyaretkirên  Îranê eyda qurbana sala 2015`an  li halê cihanîna  rê û resmên  hecê li Minayê ji ber bêferastiya  berpirsên  Alê Siûd canê xwe ji dest dan.

Her wiha vînçeka mezin 13 rojan beriya  karesata Minayê, li 11 Îlona 2015`an  ket ser ziyaretkirên   mala Xwedê ku li encama  vê bûyerê 110  kes hatin kuştin û 238 kes jî birîndar bûn. 11 ziyaretkirên  îranî li nav cangoriyên bûyera vînçê de bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu