Serdar Selamî: Emerîka,Rejîma Îsraîlê û Erebistan sê aliyên cinayeta li dijî gelê Îranê ne

Cîgirê fermandê gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Emerîka, Rejîma Îsraîlê û Erebistan sê aliyên cinayeta li dijî gelê Îranê tên hejmarê ku tu carî nekarîn ser gelê Îranê bisekinin.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp Huseyn Selamî berrêvara çarşemiyê li civîna rêzgirtina ji cîhadgir û karpêkhênerên besîcî li Sipahê Seyd Ul-Şuhedayê(s) li bajarê Rêyê li başûrê Têhranê diyar kir: Dijminên îro hemî warên jiyan agelê Îranê kirine şêr lê dijminên inqilabê vê carê jî mîna berê rastî kela qahêm a viyana gelê Îranê rûbirû bûne û işkestê dixwen.
Sertîp Selamî bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê dîrokeke dijwar derbas kirine û destnîşan kir: 40 salan rawestana gelê Îranê li hember cîhana bi hêz a modern, derketina rasitiyeke ecêb û mayînde ye.
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Gelê Îranê niha şerafet û cih û şûneke bi hitbar li cîhanê heye