ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Selamî: Hêza mûşekî ya Îranê nayê muzakirekirin

Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser parastin û geşatiya hêza mûşekî ya Îranê got: Hêza mûşekî ya Komara îslamî ya Îranê nayê muazkirkirin û tu kes nikare me ji hêzên xwe yên berevaniyê bêpar bike.

 Li gorî rapora nûçegîhanê IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Huseyn Selamî,  berêvara  duşemiyê li Têhranê daxwaza vê dawiyê ya wezîrê karên derve  yê Emerîkayê ji Îranê li bara rawestandina  hêza mûşekî ya komara îslamî ya Îranê got: Hêza mûşekî ya Îranê nayê muzakirekirinê û em cidî ne wê biparêzin.

Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Em îro gihêştine  asteke  qaweta berevaniyê ku wezîrê karên derve yê Emerîkayê li daxwaziyên  zalimane yên xwe gotiye ku Îran divê berfirehkirina  mûşekên xwe yên  balistîk rawestîne, eva yanê Emerîka nikare  bi xwe vî karî bike.

Serdar Selamî îtihama  emerîkiyan li bara  mudaxila Îranê li welatên navçê destnîşan kir : Îran dê dev ji hizûr û bandora xwe li navçê ber nade ji ber ku ev nifûza  fîzîkî nîne belkî bawer û mentiqa îslamê ye ku bandor li   welatên navçê kiriye.

Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Hegera dijminatiya  cîhana  rojava bi Îranê re  zêdebûna  hêzên Îranê li warên  curbicur û  mînakgirtina welatên navçê ji Komara îslamî ye.

Serdar selamî her wiha  zêdebûna  gefên rayedarên  Emerîkayê li dijî Îranê û derketina  welatê hanê ji rêketina navokî got: Armanca van kiryaran zêdekirina zexta ser Îranê ye lê ezmûna  çil salan Inqilaba  îslamî nîşan daye ku gelê Îranê tu carî dê ji wan gefan netirsin.

Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê duşemiya buhurî piştî kiryara  8 gulanê serokkomarê vî welatî li derketina  ji rêketina navokî, bi dubarekirina  tawanên  pûç û bêbingeh û gefa  kivşkirina   boykotên herî giran li dijî Îranê, 12 şert ji wan têkbirinba  teşkîlata  zengînkirinê û girtina pêşiya  nifûza  navçeyî ya Îranê xist rojevê.

Ev şertên Emerîkayê ji aliyê analîzoran û rayedarên emerîkî û ewrûpî jî weke xewn û  xeyal û nemaqûl hat zanîn.

Başa dön tuşu