AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Endamên ECO`yê ser berfirehkirina peywendiyên xwe pûkutiyê dikin

Rûhanî bal kişande ser xebata welatên endame Saziya Hevkarîya Aborîyê (ECO) bona berfireh kirina peywendiyên xwe wekî rêxistiyekî girînge navçeyî û gotzirûfên zav ji bo berfirehbûna hevkariyên navbera welatên endame ECO`yê hene ku pêwîst e ji wan behre bê wergirtin.

Li gorî rapora IRIB News`ê,  Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê çarşemê şev û piştî zivirîna ji Pakistanê û pişkdariya li civîna serokên ECO`yê bal kişande ser viya ku ev civîna bona qahîmkirin û berfirehkirina hevkariyên navbera welatên endame vê saziyê birê ket destnîşan kir; Li civîna 13-an a ECO`yê welatên endam ser berfirehkirina peywendiyên teranzîtî yên wekî riya erdî, tirenî û avî û gemîvaniyê û gaz û niftê û rakirina manê û berbendên ser riya tecareta navbera welatên endam sekinîn.

Rûhanî bal kişande ser hevdîtina xwe tev serokwezîrê Pakistanê û serokkomarê Tirkiyê û got: Îran, Tirkiye û Pakistanê ji xîmdanerên Saziya Hevkariya Abûrî(ECO)`yê ne û li van hevdîtinan li ser çawaniya qahîmkirina peywendiyên navbera Îranê û van welatan gotûbêj pêk hat.

Rûhanî herwisa ragihand ku li hevdîtina tev Erdogan bilî gotûbêja li ser çawaniya berfirehkirina peywendiyên bankî û istifada ji diravê netewî bona tecaretê li ser meselên navçê jî hate axivtin ku ciyê kêyîfxweşiyê ye ku pêngavên baş ji aliyê Tirkiye, îran û Rûsiyayê bona çareserbûna kirîzên navçê hatine hilanîn.

Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku li vê civînê li ser van babetan ku pêwîst e li xebata dijî terorîzmê du welatên Tirkiyê û Îranê alîkariya hevdu bikin û li bara vê yekê ku pêwîste peywendiyên navbera îran, Tirkiyê û Iraqê jî berfireh bibe û aliyên yemenî bi xwe bona çareserkirina kirîza welatê xwe bixebitin jî hate axivtin.

13`emîn civîna serokên Sazîya Hevkarîya Aborîyê (ECO) duh nîvro bi weşandina daxûyanîyekê bi dawî hat.

Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxansitan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qezaqistan, Tackistan û Komara Azerbaycanê, 10 endamên  Rêxistina Hevkariya  Aboriyê (ECO) ne.

Başa dön tuşu