NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestiya artêşa Sûriyê li ser hin navçeyên derdora Hemah û Idlibê

Artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman bi opêrasiyonekê karîn ku li ser hin navçeyên nû li derdora Hemaha rojavaya Sûriyê û başûrê Heleba bakurê Sûriyê serdest bibin.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Minarê, artêşa Sûriyê û hêêzn hevpeymanê vî welatî roja bihurî anku Yekşemiyê kontrola gundê Tefaheyê û bilindahiyên derdora gundê Eskerî û Ebu Kehfê li derdora bakurê rojhilata Hemahê bixin destê xwe.

Artêşa Sûriyê her wiha bi tamî gund û navçeyên bakurê rojhilata cadeya Xenasirê, Til Zeman heta Cebel Erbeînê li derdora başûrê Helebê kontrol kirin.

Artêşa Sûriyê di du rojên dawî da, 79 gund li derdora başûrê Helebê ji bin serdestiya têrorîstên Cebheya Nusreyê azad kiirne û bi revîna têrorîstên Cebheya Nusreyê qada navçeyên bin kontrola xwe berfirehtir kiriye.

Li vî halî, artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê êrîşa Cebheya Nusreyê û komên din ên têrorîst li bereyên Meşîrfe, Etşan û Isteblatê, Rebîeya derdora başûrê rojhilata Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê têk şikandin û 28 têrorîst kuştin.

Her wiha komên çekdar di dewama êrîşên bi topên hawanê li ser hin navçeyên Şamê (Demişq), taxên Bab Tuma, El dewîle û Qesayê li vî bajarî kirin armanca êrîşên xwe.

Başa dön tuşu