NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestiya artêşa Sûriyê li ser navçeyekê li parêzgeha Suweydayê

Artêşa Sûriyê bi berdewamiya operasyona xwe ya dijî Koma Terorîstî û Tekfîrî ya DAIŞê, li ser navçeya Xerbe El Hawiyê li parêzgeha Suweydayê li başûrê vî welatî serdest bû.

Li gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), artêşa Sûriyê bi hevkariya hêzên Berxwedanê, operasyona xwe ya li navçeya zinarî ya Telûl El Sefayê li rojhilata parêzgeha Suweydayê berdewam kir û navçeya Xerbe El Hawiyê ji bin lepên Koma Terorîst a DAIŞê derxist.

Li gorî vê raporê, hejmarek ji endamên Koma Terorîst a DAIŞê di encama vê operasyonê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê ji sê rojan beriya niha ve bi misogerkirina meqerên xwe yên li Badiyeya parêzgeha Suweydayê, paşdamaiyên Koma Terorîst a DAIŞê dorpêç kirin.

Artêşa Sûriyê li van hefteyên buhurî operasyoneka berfire ji bo azadkirina başûrê Sûriyê ji destê terorîstan destpê kiriye û heya niha karîye ku zêde ji sedî 96ê erdên vê navçeyê azad bike.

Başa dön tuşu