NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestiya artêşa Sûriyê ser navça başûrê rojava Palmîrayê

Hin yekînên hêzên artêşa Sûriyê navça El-Redadê li başûrê rojava bajarê Palmîrayê li parêzgeha Himsê li rojava Sûriyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Çavkaniyeke eskerî ragihand yekînên  artêşa Sûriyê li encama êrişa  ser meqerên  terorîstên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça  El-Redadê li başûrê balefirgeha eskerî ya Teyfûrê li başûrê rojava bajarê dîrokî yê Palmîrayê ev navçeya xistin bin kontrola xwe.

Hêzên sûrî her wiha  trimbêkeke zirihî û 2 trimbêlên reşaşdar ên DAIŞê îmha kirin.

Artêşa Sûriyê xêncî pêşdeçûna  li navçên  başûrê bajarê Palmîrayê li derdora  bakurê vî bajarî jî êriş kir ser endamên tekfîrî yên grûpa nasiyar bi bereya El-Nusreyê li navçên  Tîr Meilê, El-Qentûyê,  Mezar El- Weliz û Hewş Heco.

Li encama êrişên hanê hejmareke zêde ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn û beşek ji kel û melên  eskerî yên wan hat îmhakirin.

Balafirên Sûriyê her wiha çar trimbêl û du topxanên terorîstên DAIŞ`ê li bakurê bendava  Ebû Kelê û rojhilata bajarê Palmîrayê îmha kirin .

Terorîstên DAIŞ`ê 8 Kanûnê wek berteka li hember işketsa xwe ya tam li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê êrişkeke berfireh ser bajarê Palmîrayê destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu